HELBEST

ÇEND ŞÎ‘RÊKÎ QEDEXE

HELBEST: ABDULLA PASHEW
KURMANCÎKIRIN: ZÜlKÜF ERGÜN

NEWROZÎ 1969*

Pirsîm le Kawey bapîrim,

Gutim: Babe! Wa destbest em,

De pêm billê, çon degeme

Newrozekey sedey bîstem?

Gutî: Rrolle! ger Kurdistan

Biken be parçe agirê,

Nek Zuhakêk, hezar Zuhak

Mil keç deka û xoy nagirê!

                                    1969-Kurdistan

NEWROZA 1969AN*

Min pirsî ji Kaweyê bapîrê xwe

Min got: Babo! dest bestî me

De bêje min, çawa digîjim

Newroza sedsala bîstem

Gote: berxê’m! ger Kurdistanê

Bikin parçeyekî agir,

Ne Dehakek, hezar Dehak

Xwe diçemîne û berxwenade!

BO ŞOVÎNÎM?

Wa Vêtnamî

Bo Vêtnamiyan ser dadenên,

Felestînî demirin, dejîn,

Bo her dillopeawêkî,

Bo her berdêkî Felestîn.

Eger minîş dawa bikem

Serbest bijîm, wekû pyaw,

Le Kurdistanêkî azad,

Nek letlet û pêşêlkiraw,

Bo şovînî û xoperist im?

De pêm billê, xoşewîstim?

Bo şovînî û xoperist im?

                        1970-Kurdistan

ÇIMA ŞOVENÎ ME?

Waye Viyetnamî

Bo Viyetnamiyan ser datînin,

Filîstînî dimirin, dijîn

Bo her dilope avekê

Bo her kevrekî Filîstînê.

Eger ez jî dawa bikim

Serbest bijîm, mîna mêran,

Li Kurdistaneke azad,

Ne par par û binpêkirî

Çima şovenî û xweperest im?

De bêje min, ezîzê min

Çima şovenî û xweperest im?

                                    1970-Kurdistan

ALA*

Dostekanim, baş bizanin!

Dujminanim, baş bizanin:

Çend bawerrim be Zerdeşt û

Be Avêsta û be Xwa heye,

Hezar hêndeş

Bawerrim be hellkirdinî alla heye!

                                                1970-Kurdistan

ALA*

Dostên min, baş bizanin!

Dijminên min, baş bizanin:

Çend baweriya’m bi Zerdeşt û

Bi Avesta û bi Xwedê heye,

Hezar qat jî

Baweriya’m bi hildana alayê heye!

                                                1970-Kurdistan

EPOLLO*

Ey mang, gerrîdey bê willat

Sûçî xot bû Epollo hat!

Minî kurdîş, rrojanî zûm,

Wek to le popey berzî bûm,

Keçî pakî û rrûnakîy xom

Bûn be mayey negbetî bom:

Parûm, newtim, deştim, girdim,

Hemûyan lê dagîr kirdim!

                                    1970-Hewlêr

APOLLO*

Ey heyv, geroka bê welat,

Sucê te bû Apolo hat!

Ezê kurd jî, rojên di zû,

Wek te li kopê bilindiyê bûm,

Lê pakî û roniya min

Bûn sedema belayê bo min:

Pariya’m, newta’m, deşta’m, girê min,

Hemûyan ji min dagîr kirin!

                                                1970-Hewlêr

SERKEWTIN

Ser dekewîn!

Çunke dwênê

Topequrrêkî destkirdim

Daye dest minallêkî kurd,

Ew, lebatî bûkeşûşe,

Tifengêkî biçkolaney lê dirust kird!

                                                1971-Kurdistan

SERKEFTIN

Em bi ser dikevin

Lewra duhî

Min goka heriyekê çêkirî

Da destê zarokeke kurd,

Wê di şûna lîstokekê,

Tifengeke biçûcik jê çê kir!

                                    1971-Kurdistan

AŞTÎ

Xwa dezanê

Ballay tifengim xoş nawê!

Bellam, ax! Kotrekey aştî

Kirr e wekû şêrebefrîney beyanî,

Le ser lûley topî matî Westa Rreceb*

Denûkî xoy

Xistote jêr ballekanî.

Wek bîstûme,

Ew kotre mangirtuwe,

Le asmanî willatêkî bêalla da

Be şirîxey tifeng nebê,

Qet le şeqey ballî nada!

                                    23/5/1973-Kurdistan

AŞTÎ

Xweda dizane

Ez ji bejna tifingê hez nakim!

Lêbelê, ax! Kevoka aştiyê

Kerr e mîna bûka berfê ya sibehê,

Li ser lûleya topa mat a Westa Receb*

Nikila xwe

Xistiye bin baskên xwe de.

Bi bihîstina min,

Ew kevoka mangirtî[1],

Di asmanê welatekî bêala de

Bi şîrqîna tifingê nebe,

Qet baskên xwe naleqîne!

                                                23/5/1973-Kurdistan

TE‘RÎB*

Le asmanewe nehatûm,

Min mêwan nîm.

Min mêwanî sêberqursî Kurdistan nîm.

Ber le mêjû

Kanîyek bûm, lêre derbûm.

Ber le mêjû

Agirêk bûm, lêre hellbûm.

Bar ken, birron!

Kanyawekan, cige le min,

Kesêkî dî têraw naken.

Dargwêzekan, cige le min,

Bo hîç kesêk

Sêberî xoyan hellnaxen!

Bar ken, birron!

Zewî ême

Danî êwey lê şîn nabê.

Mêrgekanman

Le jêr pêy garranekantan wek agir in…

Ta dartûşman yaxî debin,

Colaneyek bo minalltan rranagirin!

Bar ken, birron!

Bar ken birron!

Mêwey dirextekanman kall e,

Awman swêr e,

Hengiwînman be demtan tall e!

Bar ken, birron!

Bar ken, birron!

                        1973-Kurdistan

TE‘RÎB*

Ji asman ve nehatime,

Ne mêvan im,

Ne mêvanê sîtariya Kurdistanê me.

Berî dîrokê

Kaniyek bûm, li vir derbûm.

Berî dîrokê

Agirek bûm, li vir hilbûm.

Bar kin, herin!

Kaniyên me, ji bilî min,

Kesekî din têrav nakin.

Dargûzên me, ji bilî min,

Bo tu kesek

Sîbera xwe danaxînin!

Bar kin, herin!

Li zeviyên me

Tovên we lê şîn nabin.

Mêrgên me

Di bin piyê garanên we wek agir in…

Heta dartûyên me jî asî dibin,

Hêlekanekê bo zarokên we ranagirin!

Bar kin, herin!

Bar kin, herin!

Fêkiyên darên me negihayî ne,

Ava me şor e,

Hingivê me di devê we de tehl e!

Bar kin, herin!

Bar kin, herin!

                                    1973-Kurdistan

TIKAYEK

Zor tika ye…

Bo ewey minallî êmeş

Bûkeşûşeyan dest kewê

Wekû hemû minallanî em dinyaye:

Fêryan biken, rrayanbênin

Tank û topî dagîrkeran têk bişkênin!

                                                            1973-Mosko

TIKAYEK

Pir tika ye…

Ji bo ku zarokên me jî

Lîstok bi destê wan keve

Mîna hemû zarokên vê dinyayê:

Wan hîn bikin, wan telîm kin

Tank û topên dagirkeran têkbişkînin!

                                                            1973-Mosko

BORDUMAN

Dwa estêre

Nuqurçêkî

Le kelekey gundekem da.

Xor wek cûçke

Hêlkey asoy tirûkand û

Geskî tûkî xoy le tem da.

Lew kate da poste geyşt…

Postey rreşî Bexda geyşt.

Namey girr û saçmey hêna

Bo ew gundey xunçekanî

Hellnestabûn le naw niwêna…

Lew dîw hewran

Tozêk xilltey wîjdan mabû,

Ta ewşî le bin pê na!

Êstaş degêrrnewe û dellên:

Bêşkeyekî lasûtawî… tanya cêmaw

Be kull daye pirrmey giryan

Bo kanîyek girrûgallî

                        Tahetayê xefekiraw.

Êstaş degêrrnewe û dellên:

Lew kate da

Zewî girya,

Asman girya,

Încîl girya,

Quran girya,

Girya… girya…

Hemû şitêk, bê deng girya…

Tenya le naw minalldanî afretêka

Giyanêkî nwê çawî pişkût,

Nîgay gêrra… le pirrêka…

Le naw mişkîy dway dozexa

Tirûskayî rabûnêkî tazey pêka.

                                                1972-1973 – Kurdistan

BOMBARDÛMAN

Stêrka dawî

Nuqurçekî

Li tengala gundê min da.

Roj wek çûçik

Hêka aso veqelaşt û

Gezika tûka xwe li mijê da.

Di wê gavê poste gihîşt…

Posta reş a Bexdayê gihîşt.

Nama pêt û saçmeyê anî

Bo wî gundê xunçeyên wî

Ranebûbûn ji nav nivîna…

Li jor ewran

Piçek tilpa wîjdanê mabû

Heta wê jî da bin piyan!

Niha jî qal dikin û dibêjin:

Landikeke nîvşewitî ya tenêmayî

Bi kel kire hîskîna girînê

Bo kaniyeke gixûbixa

                        Hetahetayê vemirandî

Niha jî qal dikin û dibêjin:

Di wê gavê

Erd giriya,

Asman giriya,

Încîl giriya,

Quran giriya,

Giriya… giriya…

Her tiştekî, bê deng giriya…

Tenê di nav malzaroka jinekê da

Giyanekî nû çavê xwe pişkaft

Çavê xwe gerand… ji nişkê ve…

Di nav xweliya dawiya dojehê de

Çirisîna rabûneke teze hingaft.

                                                1972-1973- Kurdistan


* Yekem car le Newrozî 1969 da, le Mexmûr, xwêndarawetewe.

* Cara pêşî di Newroza 1969an de li Mexmûrê, hatiye xwendin.

* Yekem car rojî 24/6/1971 le şarî Koyê, le Vêstîvalî Hacî Qadir da xwêndrayewe.

* Cara pêşî di 24/6/1971ê de li bajarê Koyeyê, di Festîvala Hacî Qadir de hatiye xwendin.

* Epollo yekem mirov e le ser rrûy mang dabezand. Em şî‘re yekem car êwarey rojî 24/6/1971 le şarî Koye, le Fîstîvalî Hacî Qadirî Koyî da, xwêndrawetewe.

* Apollo yekem mirov e ku çûye heyvê. Ev şî’r yekem car êvara roja 24/6/1971 li bajarê Koyeyê, di Festîvala Hacî Qadirî Koyî de, hatiye xwendin.

* Westa Rreceb: Çeksazêkî behredarî kurd bû, gelêk topî bo leşkerî Paşay Gewrey Rriwandiz dirust kird, ke hendêkyan ta êstaş her mawin.

* Westa Receb: Çeksazekî behremend ê kurd bû, gelek topan ji bo leşkerên Paşayê Mezin ê Riwandizê çê kirine, ku hinekên wan heta niha jî her mane.

[1] Mangirtî: kesê ku di grevê de ye.

*Te‘rîb: Yekem car le 16/8/1973 da, le yaney mamostayanî şarî Kerkûk da, xwêndrayewe. Rrûy em şî’re lew dagîrkerane ye ke bo ‘erebandin nardirabûne Kurdistan, nek ‘ereb be giştî, ke dirawsêy le mêjîney gelî Kurdistan in.

* Te‘rîb: Cara pêşî di 16/8/1973yan de di mala mamosteyan a Kerkûkê de hatiye xwendin. Berê vê helbestê li wan dagirkeran e ku bi mebesta erebankirinê ji boKurdistanê hatine şandin,  ne ku ji bo hemû ereban e, ku cîranê mêjîn ên gelê Kurdistanê ne.