JÎNNAME

Abdulla PEŞÊW, di sala 1946an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. dema 2-3 salî bûye bavê wî yê mela çûye ber dilovaniya Xwedê. Xwendina xwe ya seretayî û enstîtuya mamostayan li Hewlêrê temam dike. di navbera salên 1970-1973yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîk Hewlêrê û paşê jî li nav Hewlêrê mamostatî dike. di 1973yan de çûye Sovyetê (uSSR). li vir di 1979an de li Enstîtuya Zimanên biyanî ya Moskovayê (Moris Torez) di beşa îngilîzî û rûsî ya koleja wergêranê de mastir kiriye û di 1984an de jî li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Moskovayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirtiye. Ji 1985an heta 1990î li zanîngeya Alfatih a Terablûsê li lîbyayê mamostatî kiriye. Helbesta xwe ya pêşî di sala 1963yan de di rojnameya Hewlêrê de weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967an de li Kerkûkê daye çapkirin. Heta niha deh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin û niha jî li Fînlandayê dijî.

Berhem

  • Peşêw yekem honrawey le 1963 û yekem komele şî’rî le 1967 blaw krdwetewe.
  • Frmêsk û zam (1965-1967)، çapî yekem le Kerkûk 1967
  • Btî şkaw (1967-1968), çapî yekem Kerkûk 1968
  • Şewnamey şaîrêkî tînû (1968-1972), çapî yekem Bexda 1972
  • Dwanze wane bo minalan û çend şî’rêkî qedexe (1969-1973), çapî yekem Berlîn 1973
  • Şew nîye xewntan pêwe nebînm (1973-1979), çapî yekem Bexda 1980
  • Brûske çandn (1980-1988), çapî yekem suyd 2000
  • Berew zerdeper (1989-2001), çapî yekem suyd 2001
  • Prêskey aşqêkî zgmak, çapî yekem Kurdistan 2006
  • Dîwanî brakujî, çapî yekem Hewlêr 1994
  • Sewlim polla u kenarîş dûr
  • Peşêw herweha bernemekanî çendîn nuser û şaîrî gewrey cîhan wek Walt Whitman û Alexandr Pushkin wergerandwetewe bo kurdî.